Hilbijartina 31ê Adarê Û Helwest

Piştî derketina “Nifşên 68an” Dêrsimî berê xwe dan şoreşgerî û çepgirî. Rêxistinên çep li vê derê hem bi tirs û hem jî bi sempatî hatin pêşwazî kirin. Gel ditirsya çunkî ku komkujîya wekî 38an nû derbaz kiribû. Hê axa gorên şehîdên vê komkujiyê şilbûn. Lê ji hêla din ve jî kîna tolhildanê xwe li dil dabû. Piraniya wan zarok û kal û pîrên temendirêjin. Êşa li ser kezebê heyf û tol dixwest. Ji ber vê hesab dikirin ku ev xortana, heyfa me ji vê dewletê rakin. Ji vê dewleta zalim wê hesab bipirsin. Pêy hatina Şoreşgeran ji bilî polîs û îstîxbarat provokatorên xwe bi navên rêxistinên çepgir şandi herêmê

Dewletê duvik, sîxûr û provokatorên xwe jî şand van deran. Rêxistina PDA yê yek ji vana bû. Piştî derketina PKKê dewletê ku li zîlê alarmê da “talûke” mezin e, van sixûrên provokator xebatên xwe zêde û dijwar kirin. Vê carê di navbera çep û kurdperweran de provokasyon plan kirin. Buyerên pir nexweş rûdan.

Eger komplovarî neyê fam kirin dewletê, pêşketina lîteratura çep ji fikr û baweriya welatparêziya kurd çêtir didît. Li gorî xwe çend sedemên aqilane yên Komarê hebûn :

yekem: Çep perçe kirinê ya Tirkiyê ji xwe re nakin armanc (hedef); lê Kurd perwerî dikane rêyek wiha bibe serî.

Duyem: Çepîtî çanda Kurdî û zimanê wê ji xwe re esas nagire. Hemû karê xwe bi zimanê resmî yê dewletê, zimanê tirkî dimeşîn. Eva jî ji bo asîmlekirina civan, zarokên Kurdan ji bo me hêsantir dike.

Sêyem: Çepitî ji cîhekî pêve dibe dijminê xedar ji dewletên sîstema kapîtalîts, s û nikanin ji kesî alîkarî peyde bikin. Wê demê em bi rehetî dikenin vî arê derketî bi rehetî vemirînin.

Çarem : Elewîti bi destê çepitî ku hate tasfiye kirin; tasfiyekirina potansiyela mayî ji bo dewletê  zêde zahmetî dernaxine.

Pêncem: Çepê ku westiya be û jiyana siyasî ya aktîv berda ji dewletê û sîstemê re  re ne xeter e; lê kurdperwerek berde jî, bi serpêhatiyan wê ji derû dora xwe re bexs bike û bibe propogandistek pasîf. Ji ber vê propoganda pasîf, di nava nifşên nude bibin sedema texrîk buna hestên kurdperwerî. Bi van hestan têkevin rêya bav û kalên xwe, daxwzên mafan ji me bikin.

 

Lê ji vêna zêdetir jî kurdîtiya ku ez dixwezim bicemide, pûç bikim dibe ku neçe sêrî. Loma çepitî ji bo bekaya me ewhwen-î şer e.

Lê çepitiya ku kurdperwerî zindî bike, bibe sedem ku geş bibe; di nava civaka tirk de were pejirîn, derfet (îmkan)an jê re peyde bike,  ji Kurdperwerî zutir bê tasfîye kirin.

Hebûna vê dewletê li ser nebûna Kurd, elewî, ermenîtî hatiye ava kirin. Eger evên ku Ji vê stratejiyê re xeter in divê jê re “eman” nebe. Nefes zutir lê were çikandin.

Çimkî ew, bawerî û piştgiriya nîjada tirk ku ji bo dewletê tekane kaniya ruh û enerjiye dewletê ye qels bike, ji holê rake ! Yanê dewleta ku li ser nijatperestiya tirkitî,  înkar û îmhaya gel, ol û çandên ji hev cîhê hatiye ava kirin wê ji dest biçe. Eva jî mirina dewletê ya herî xirab e.

Ku nîjadperestiya tirk qels bû, ji xwestekên kurdan ya maf û wekheviyê fam kir,  tolere kir, armanca avabûna komarê ji holê radibe. Bi gotinek din dewlet, pê re hilweşe, ji holê rabibe! Loma jî ji vê virusê (Wekhevîyê) re tucar destur neyê dayîn ku nefesê bigir e.

Ku ev gotin hatin fam kirin pêve fahm kirina ji liv û tevgera Komara tirk ne zahmet e. Rongena karakterê vê dewletê bi şuayên kurdparêzî pir bi rehetî tê kişandin. Di vê çarçovê de kuştina Denîz, Husên û Mahîran ku bi awayekî dilgermî û zanîna wê demê ji mafê Kurdan re derî vedikirin; xedariya ku li hember tirkên ku li ser kurdan gotinên însanî dikirin, mafên kurdan dianîn zimên, ji kurdan re çareseriyek mirovî dixwestin, li ser kurdan lêkolînên pozitiv pêk dianîn, ji bo derxistina holê ya rastiyan lêkolînên stratejîk li ser kurdan dikirin, di xebatên xwe yên akademîk de nav, peyv, têgeên ji zimanê kurdî bikar dianîn tev ji êrîşên dewletê re yekem derecê de hedef bûn.

Mînakên ku hê zindîne hene.  Mesela ji Dr. Îsmaîl Beşîkçî destpê bikin 17 sal zindan dane kişandin. Îsmaîl xoce ku mêş neêşandiye. Tenê ji lêkolîna eşîra Bêrtî re berê xwe daye tirîja meraq û wîjdanê xwe. Encamên lêkolînên Kurdan ew birine ber normên wîjdanî û wî jî anîne zimên. !7 sal li zindanan rizandin Îsmaîl xoce.

Ceza kirina şaxsiyetên ku wekî tirk hatine nasîn û dem bi dem di dema rasthatina êrîşan de li kêleka Kurdan sekinîne, ji bo kurdan îmzeyek danîne bin belavokekê, çûne lêkolîna wehşetek kurdistanê kirin e, gotine “van însanan nekujin mafê we ji vê re tune” bune sedemên cezayên giran; heya kuştina wan jî biriye. Mînak : Akin Bîrdal, rastê êrîşek kuştinê hat û tesadufî li jiyanê ma, Fîgen Yuksekdag ji ber axaftinên ku herkes dike bi dehan sal hate ceza kirin.

Li cihê lêpirsînan de ciwanên tirk ku di dozên kurdan de tên girtin rastê xedariyeke herî mezin tên. Yên ku li dijî hêza ku dewletê yekem hêza xeter îlan kiriye derdikevin ji vê hêza mezin tiştên xetertir jî bibêjin ji aliyê dewletê ve tên tolere kirin; heta tên parastin.

Mînak partî û rêxistinên kurd ku ji federalîzmê bigirin heya serxwebûna Kurdistanê dikin rêzikname û programên xwe ji hêla dewletêê ve nayên lêpirsîn kirin. Sedem: ji xwe re taluke nabîne. Ya din jî dixwaze hêza herî mezin ya kurd bi van qels bike, pêşî lê bigire. Kengê van rêxistin û partiyan li cem vê hêza mezin resmek kişandin , ketin heman çarçova fotograf dan raya giştî hema wê demê  dozger li stuyê wan sîwar dibe û kaşê mehkeman dike.

Ku meriv tev van parçeyên “Puzzel a dewleta tirk” tîne cem hev karakterê wê rehettir çêtir tê fam kirin. Mirov dibîne ku siyaseta Îttîhadiyan ku komar ava kirin îro jî santîmek negoriye. Dijmintiya li hemberê gel û baweriyên ne tirk û ne misilman ji 1924an zêdetir buye kêm nebûye.

Dewleta tirk piştî bilindbuna dengên HEP, DEP, BDP ji wir heya HDPê rastê vê siyaseta “dijminê, dijmin”ê xwe re her tim derîyên xwe heya dawî vekiriye.

Dewleta ku li Gritîgeha Amedê li ser axaftina du peyvên kurdî êşkenceyên hovane li girtiyan dikir lê, li Enqerê  Qesra Çankayayê serokekeşîrên çahş ku du gotinên tirkî nedizanibûn, bi merasîmê pêşwazî dikir. Hem jî hin ji wan hukmê Êdamê li ser hebûn. Ev çahşana  li kêleka Demirel bi tercûman qezî dikirin.

Çunkî ji wan dixwestin ku PKK bê kok bihêlin. Yanê Karê dewletê bikin. Loma otêlên herî luks di bindihatin mêvan kirin. Eleqa dewletê ji kurdiya wan nebû. Ji ber ku li herma xwe dijminê hereketa kurd bûn, nedihiştin HEP, DEP, BDP, HDP gel rêxistin bike.

Tevlê operasyonên dewletê dibûn. Ji ber vê xisletê kurdî ya ku wan qezî dikirin ji dewletê re misqalek xisara xwe nedibû.

Mesela Kemalizma tirk û ideolojiya dewletê ji perwerdeyên dînî, olî ku pir aciz dibûn medrese û şêxên ku pêre dixebitiyan, pîr û mirşûdên ku di xeta wande bûn re berdin gotinek nexweş; finansmana wan re her firsendû de taqwiye dihate şandin. Zarokên wan re rêya dewletê dihatin vekirin, dibistanên taybet de kontenjan didan wan. Sebeb çiye ?

Ew di eslê xwe de hêzên dewletê yên sîvîl in loma. Terîqatên ku destê wan di xwîna însanên xwe de hene ji bo çi nayên ceza kirin sebep tev dijayetiya wan li hemberê pêşketina hişmendiya kurd, Elewîtîye.

Elewiyên ku ji vê dewletê ewqas kişandine gava bexsa “doza lêborîê dikin” dewlet hidiceniqe ! Hêrs dibe lê Waqfa CEM ê (Cem Vakfi) û yên wekî wê re her cure derfet tên dayîn.

Akademîsyenên ku elewitî wekî dewletê û fikrê dewletê şîrove nakin hemû derî ji wan re tên girtin. Lê berovajî vû yên ku Elewîtî dikin nava îslamê, para îbadet, dua û rîtuelên îslamî wekî elewîtî nîşan didin, berê însanên elewî didinpêy referansên dijmênê sistematîka vê baweriyê re deriyê kariyerê heta dawî vekirîne.

Dewleta ku li Amedê kreşên bi kurdî digire li ser Turksatê PEPÛLE TV ya piştevaniya PDK digire dide weşanê. Li hemberê TV yên Kurdî ku dest danî ser hertişên wan da talan kirin Kanalên Kurdî yên Îslamîst bi rêya waqif û krediyên din tên xwedî kirin û pêşxistin.

Temaşekirina TV yên kurd li ser Satellitê ku cezayê digire û TRT 6 weşana xwe bi van bêqanuniyan dike.

Meclîsa ku kurdî wekî “zimanêkî nayê zanîn axivî” dide nîşandan li mehkemeyan  heman dewletê bi tercûmanan lêpirsînê dike, pirsan dipirse û parastina hiqûqî dide kirin.

Merivekî ji rêzê ku zêde aqil ne lazim e ku li dora xwe van tiştan bibîne dizane ku ev dewlet rêyên herî qurnaz ku bikar tîne. Eve ne ji bin aqilê kesekî derdikeve; ji awilek kollektîv yên saziyên dewletê ve tên plan kirin.

Gava meriv çavê xwe li Dêsimê û Elewîtiya wir bigerine dibîne ku dewlet ji vê politikaya xwe mîlîmek paşve gav neavêtiye, negoriye. Cemxaneyan ji ber ku wekî cihê propoganda tirktî bikartê destûrê dide. Teşfîq dike ku wekî Mizgeftan bên dizayn kirin. Û Ji xwe yên heyî jî şibandine mizfgeft (camî)an. Tenê minare û minberên xwe kêm in.Yên ku li Mizgeftan ala tirk ferz nake; nebûna wê li wir re ecêb namîne, li Cemxanê ku li ser dîwêr kêm vê alê nake, belliye ku di nava hesabekî din de ye.

Ew hesab jî ew e ku, bi Elewîyan baweriya xwe nayînin. Yan jî dixwazin xwe li ber dilê dewletê şîrin bikin û Cemaata Elewî bidin ser rêya dewleta sunnî û tirkparêz. Dixwaze Elewî nebêjin ‘Em Elewiyên kurd in’. Loma di nava Elewiyan de nezanî û devçepelî zêde li pêş dikeve.

Partiyên siyasî yên sîstemê ku aligirên xwe yên li Amadê re dibêje Akpê destek bikin, Li Xarpitê MHPê li Batmanê Hizbullahê, li Semsurê CHPê  Li Dersimê kê re destekê bixwaze ma zehmete ku em tesbît bikin?

Na !

Kî li hemberê daxzawên gelê kurd û vê hevgirtina demokratizekirina tirkîyê be ew ji desteka dewletê, ji toleransa dewletê, ji çavlê girtina dewletê bêpar namîne. Welew ku ateîst, komûnîst heyta terorîst bin ferq nake. Ji ber ku îro karê dewletê bi wan ketiye. Divê pêşî wana bikar bîne. Hesabê mahşerê paşê jê tahsîl bike.  Kes hesabê xwe şaş neke bi çi niyetê dibe bila bibe kî bi dewletê kete doşegê Rûreşîyek  têra xwe şerm bîne dinyayê.

Hilbijartinên 31ê adarê re kêm wext ma, kî ji tolerans û teveccuha nijadperestiya tirk pesn dibîhîse û deriyên vekirî re derbaz dibe bizane ku dewlet hesabên pîs li ser bide meşandin. Ji bîr nekin însanên paqiş tenê bi paqişiya xwe nikaninpaqiş bimînin; divê piçek jî xwedî şik bin. Ji kirinê vê dewletê şife bikin piçekî.

Dizgûnê Dewrêsh