Lı Dêsime Jiyan…

Li Dêsimê demên berê(rabirdu) jiyaneke serbixwe û xwe bi xwe hebû. Her kesî û her malbatî debara xwe bi xebat û keda xwe çê dikir. Yên ku xebat û keda wan têrî debara wan nedikir jî cîranên wan alîkarî wan dikir. Her kesî li ser axa xwe bi çand û kevneşopa xwe jiyana xwe derbaz dikir. Bi çand û kevneşopa xwe çandinî û sewaltî dikir, debara xwe jî bi çandinî û sewaltiyê dikir. Ji bo xwarinên xwe genim, nisk, nok û hwd. diajotin û havînan jî zerzewat (îsot, firingî, bal-
can, xiyar, pîvaz, sîr û hwd ) diajotin. Ji bo ku berhemeke geş, xweş û pir bigirin jî zul û rixê pez û dewarê xwe wek gubreya (zibil) xwezayî bikardianin. Ji bo heywanên xwe jî ceh, culbik, fig û hwd. diajotin û zivistanên dirêj pez
û dewarên xwe bi wan êman xwedî dikirin.

Piştî darbeya 1980’ê li Dêsimê pir tişt hatin guhertin. Li aliyekî ve leşker diketin nav gundan ji gundiyan re digotin gundên xwe terk bikin, eger hûn terk nekin ê tiştên xirab bên serê we. Ji aliyê din ve jî karmendên dewletê, piranî mamosteyên dewletê, digotin ku kar û barê gundan û jiyana gundan zor e, qêrêj e û çetin e. Ji van kar û xebatan mirov nikare debara xwe bi hêsanî bike. Kê kul i gund bisekine her tim dê neçar bimine. Ji gund derkevin biçin bajaran. Li bajaran jiyaneke xweşik, jiyaneke bi tenduristî, jiyaneke hêsan û jiyaneke hevpar heye. Pişti wan gotinan herkesî berê xwe da bajaran û herkes çû bajaran.Li gundan kes nema û gund vala bûn. Çandinî û sewaltî li Dêsimê
nema ango pir kêm bû. Ji bo jiyaneke bi tenduristî tiştên pêwîst ji holê rabûn.

Ji bo jiyana mirovan xwarinên sereke û bingeh hene, ew jî piranî berhemên sewaltiyê ne. Goşt, şîr, hêk, rûn, mast, pênir û hingiv xwarinên sereke ne û pir caran mirov nikare xwe bi hêsanî bigihêjîne wan xwarinan. Ji ber ku ew xwarinan biha ne û her kes nikare xwe bigihêjine wan xwarinan.

Hejmara serjimara cihanê her roj zêde dibe. Bi sedema pêwistiyên xwarinê divê qada hilberîna çandînî û hilberîna sewaltiyê fireh bibin. Ji ber ku bingeha jiyana mirovan xwarin û vexwarin e. Bê xwarin û vexwarinê mirov nikare jiyana xwe bimeşîne.

Li her deverê cihanê, mijulbûna çandînî û sewaltiyê piraniya rêjeya xwe girêdana mercên xwezayî û girêdana avhewayê çê dibe. Li Desimê girêdana xwezayî û girêdana avhewayê di civakê de, di asta herî jor de ye. Çandinî û sewaltî li Dêsimê divê hevpariya bijîşkên veterînerî , endazyarên çandinî û cotkaran pêk bê û bi rêve biçe. Divê li vê erdê çi bên ajotin û çi cure heywan bên xwedîkirin bi alîkariya bijîşkên veterînerî û endazyarên çandinî bi rêya zanîstên nû û teknolojiya nû bê bikaranîn û li gor çand û kevneşopiya civakê ji nû ve bê diyarkirin û çareserkirin.

 

Dema ku ji axê berhem têr nayên girtin cotkar ji bo vê sedemê zibil, derman û tevkirê bi kar tînin. Ev zibil, derman û tevkir bi nezanîn bên hilbijartin û bên bi karanîn qêrijiyeke mezin di ax û avê de çê bike. Ev jî gefan li çandinî, li sewaltî û li mirovahiyê dê bike. Ji bo vê sedemê divê zibil, derman û tevkir bi baldarî bên bi karanîn. Em ku bihest nebin siberoja me dê qêrij be, tenduristiya civakê dê xirab bibe û jiyana me dê winde bibe.

Ji bo ax û xwezayi ya Dêsimê çandiniya malbatî û sewaltiya malbatî guncan e. Li cihanê karsaziya malbatî, piraniya xwe ve, yên piçuk in û gor zanyariyên karsaziyê, li cihanê %90 karsaziyên malbatî ne. Karsaziya malbatî seri da bav, dê û zarokan pêk tê û yên ku di wê malbatê de dijîn herkes keda xwe dide û beşdariya karsaziya malbatî dibe. Karsaziya malbatî herkesi beşdariya hilberînê dike û civakeke berhemdar ava dike. Karsaziya malbatî kesên kudi wê malbatê de dijîn xwedî dike. Di şert û mercên çetin û giran de jî malbata xwe dikare li ser pêyên xwe bide rawestandin. Karsazên malbatî veguherîna çavkaniyên xwezayi ji bo hilberîna xwezayî dikin. Karsaziya malbatî him di welatên pêşketî de him jî di welatên ber bi pêşve ne hilberîna çandinî yê heri girîng in. Ji bo siberoja mirovahiyê li cihanê hilberînên xwa-
rinan piranî bi karsaziya malbatî pêk tên. Karsaziya malbatî girêdayiya ax û kevneşopa xwe ye. Ji ber vê sedemê axa xwe xwedî derdikeve û qirêj nake. Karsaziya malbatî parastina hilberên xwarinên kevneşopî li herema xwe diparêze. Bi vê yeke guncan dibe ku çavkaniyan di berdewamiya domdar de bikar bînin. Ew çavkani hilberîna jiyana çandî ye. Karsaziya malbatî bi axa xwe û bi kevneşopiya xwe ve girêdayî ye. Ji bo cotkaran, xebatên kooperatîfî, perwerdehiya nû û polîtîkayên çandinî û sewaltiya modern geleki zehmet e û nikarin û naxwazin ji kevneşopiya xwe biterkinîn.

Divê em bizanin ku karsaziyên cotkariyê bi saziyên serbixwe re bên parastin, û bi alikariya pêşveçûna herema me, geşbûna hilber û pêşveçûna aboriya herema me bike.

Neteweyên Yekbûyî sala 2014an “Sala Çandiniya Malbatê ya Navnetewî”, bi kurtî, “Sala Cotkariya Malbatî” ragihand. Ew ê hewce bike ku modela çandiniya malbata ji bo çandiniya dewlemend biparêzin. Nifşa ciwan ji çandiniyê vedikişe. Neteweyên Yekbûyî di sala 2014an “Sala Cotkariya Malbatî” ragihandin di vî warî de jî girîng e. Bi vê yeke nifşên ciwan dibe ku bi beşdarî çandiniyê bibe û di nav hilberînê de, dê bimîne û karê çandiniyê bigihîne nifşên nû.

Kooperatîf

Hewcedariya kooperatîfekê heye û bê kooperatîf serkeftin nabe. Bi saya kooperatîfan bi hevre hêz tê çêkirin û bi hevre em bi hêztir dibin. Kooperatîf rêxistineke piştevaniyê ye. Kooperatîf pêşî li modela bazirganî ya domdar vedike, aboriyên heremî xurt dike, mercên jiyanê baştir dike, mirovan berpirsiyar dike û mirovan beşdarî aboriyê dike. Hêviyên civakê, karûbarê civakê û aboriya civakê mezintir, geştir û hêsantir dike. Kooperatîfên cotkaran, cotkaran perwerde dike û berhemên bi tenduristî û bi xwezayî hilber dike. Bi karanîna çavkaniyên aborî hêsantir dike. Hêzê dide karsaziyên piçûk û kesên serbixwe. Karûbarên giran ya ku yekoyek mirov nikare xwe jê xilaske bi piştevaniya rêxistina kooperatîfê di bin wan karên giran de hêsantir derdikeve.

Belavbûna dahatê bi kooperatîvê tewş(denge) tê girtin. Yên ku belavbûna dahatê ziyanê dibînin alîkariya wan dike û wan ji wê ziyanê diterîkî ne ango ziyana wan kêm dike. Hemû astên di navbera hilberîner û xeritîner de hene wan ji holê radike ango kêm dike. Civakê bi hêsanî digihêjîne xwarinên bi tendurist. Di derdoreke bi tendirust, paqij û bitewş de jiyan mafê herkesî ye. Geşkirina derdor, pêşxistina derdor, parastina derdoreke bi tendirust û pêşîgirtina derdoreke qêrêj peywira(wezîfe) her desthilatdar û her niştewana ye.